Di çarçoveya xurtkirina yekîneyên bingehîn di avahiya Rêveberiya Xweser de aktîvkirina beşdariya gel di kar û barên giştî de(Komîn), biryar hejmar (1) a ku ji aliyê encûmena gelên demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye derxistin ku her heftî roja Şemiyê hemû karmendên saziyên Rêveberiya Xweser xebatê di nava komînê de bikin.
Îro roja Şemiya duyemîn, hefteya duyemîn li pey hev li komînan dest bi karê xwe yê fermî kirin.
Di gera meydanî ya hejmarek ji komînan li taxên bajarê Hesekê de, pabendbûnek ji aliyê rêveber û karkeran ve hate dîtin. Di nav komînê de planên pêşerojê têne pêşxistin da ku pirsgirêkên xizmetiyê werin şopandin û hişyariya gel, bi taybetî di derbarê paqijiya giştî û xebitandina jeneratorê de, were zêdekirin.
Rêveber û karmend li ser planên beşdarkirina hemî karmendan di pêşxistina van yekîneyan de li astên cûda yên xizmetî û civakî de dixebitin.
Ev pabendbûna zêdekirî ya bi Roja Komînê re nerîna Rêveberiya Xweser a avakirina modelek beşdarbûnê nîşan dide ku xebata rêveberî û civakî bi awayekîtemamkirî diyar dike.