Di destpêşxêriyeke hevkariyê di navbera gelê bajarê Tirbe Spiyê ya li Kantona Cezîrê, xebata dirêjkirina xêza karîzê li taxa Golan, ku girêdayî Komîna Ş. Hikmet e, hate kirin.
Dirêjahiya xetê 133 metre ye û kûrahiya wê ya navînî yek metre ye.
Şêniyên taxê beşdarî dabînkirina boriyên pêwîst ên bi 30 cm bûn, di heman demê de Şaredariya Gel makîne û karker peyda kirin, digel çavdêriya xwe ya teknîkî ya projeyê da ku bicîhanîna projeyê li gorî pîvanên pêwîst misoger bike.