Desteya hundirîn a Kantona Cezîrê di çarçoveya rêze civînên bi rêk û pêk ên ji bo baştirkirina ragihandinê bi gel re û nirxandina rewşa ewlehiyê li bajarê û bajarokên cuda, civînek bi amadebûna Hevserokên Hevbeş ên Desteya Hundirîn, Nûnerên Ofîsa Perwerde û Şayandina rêveberî, serokatiya Encûmena bajarokê Til Temir û Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û trafîk û Hêzên Natûra lidarxist.
Di civînê de hevserokê Desteya Hundirîn, Şêrwan Mihemed, axivî û girîngiya rexneyên vekirî yên gel tekez kir û ew wekî xalek destpêkê ji bo baştirkirina ewlehiyê nirxand. Û wî rave kir ku komîte van têpîniyan bi zelaliyekê werdigre.
Ji aliyê xwe ve cîgira hevseroka hevbeş Robariya Hisên tekez kir ku divê têkiliya di navbera gel, komîn û dezgehên ewlehiyê de li ser bingeha hevkarî û baweriya hevbeş be û destnîşan kir ku civînên bi vî rengî beşdarî avakirina danûstendinek bi bandor û têgihiştinek hevpar a li ser pirsgirêkên ewlehî û xizmetî dibin.
Beşdariyên gel tê de têpînî û rexneyên girêdayî karê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û trafîkê hebûn. Soza wergirtina hemû nerîn û çareserkirina kêmasiyan hat dayin.
Desteya Hundirîn tekez kir ku ev civîn dê li bajar û bajarokên mayî yên Kantona berdewam bikin.