Ofîsa Teknîkî ya şaredariya gel a Qamişlo li Kantona Cezîrê di çarçoveya plana xwe ya baştirkirina binesaziyê û nûjenkirina kolanên bajêr de, berdewamiya qîrkirina kolana dermanxaneya Deham kir.
Ev xebat beşek ji projeyek yekgirtî ye ji bo parastina hejmarek kolanan li seranserê herêmên bajêr, bi armanca baştirkirina kalîteya rêyan û hêsankirina tevgera trafîkê û misogerkirina ewlehiya gel.