Şaredariya Gel a Çil Axa ku bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cezîrê ve girêdayî ye, di dema lênerîna Bîra Taxa pîşesaziyê ya hejmar (1) de, hewildanên xwe ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji gelan re didomîne.
Ji destpêka xebatên tamînkirinê ve, şaredarî rojane dixebite da ku avê ji malekê ber bi malek din ve belav bike û xizmetek bê bavber ji gelan re peyda bike.
Şaredariya Gel a Çil Axa tekez dike ku ev xebat di çarçoveya pabendbûna wê ya ji bo xizmetkirina civakê û dabînkirina pêdiviyên wê yên bingehîn de tê, û destnîşan dike ku tîmên wê yên teknîkî ji bo temamkirina karê lênerînê û vegerandina xizmeta bîrê di demek zûtir de berdewam dikin.