Şaredariya gel li bajarê Dêrikê yê Kantona Cezîrê 25 binpêkirin li dijî kesan ji bo xerckirina avê li taxên bajêr ragihand. Binpêkirin beşek ji gerên çavdêriyê yên sibeh û êvarê de bûn ku ji hêla tîmên pispor ve ji bo pabendbûna gelan bi Karanîna avê ya berpirsyar hatin kirin.
û piştrast kir ku kampane li gelek taxan berdewam dikin û tekez kir ku pêwîste niştecih pabend bin ku avê bi zêdebûn xercnekin ji ber şert û mercên hewayê yên dijwar û hişyarî da ku kesên rêwerzan binpê bike, tedbîrên zagonî werin girtin.
Di heman awayî de, gerenindeya avê ya bajêr ji destpêka havînê de rêze tedbîr û rênimayên pêşlêgirtina bicih tîne da ku bandora ziwabûnê û kêmbûna Çavkaniyên avê li herêmê kêm bike.