Îro, xwendekarên pola sêyemîn amadehî bi her du beşên xwe zanistî û wêjeyî, ezmûnên xwe temam kirin. Wan li gorî rêbazê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryayê, mijara “Zimanê Pêkhatî” pêşkêş kir.
Di çarçoveya şopandina pêşveçûna pêvajoya ezmûnê, şandek ji Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Kantona Cezîrê serdana hejmarek navendan kir da ku jîngeha ezmûnê binirxîne û şert û mercên guncaw ji bo xwendekaran peyda bike.
Desteya Perwerde û fêrkirinê serkeftinê ji hemû xwendekaran di pêşeroja wan a perwerdehî dixwaze.