Komîteya Sîlos û Aş ya Encûmena Aborî û Çandinîyê li Kantona Cezîrê ragihand ku ji destpêka demsala çinînê ve tevahiya mîqdara genimê ku ji cotkaran wergirtiye gihîştiye 115,000 ton.
Û destnîşan kir ku mîqdarên ku heta niha hatine wergirtin baş in.
navendên wergirtinê li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê ne, ku li wir kontrolên kalîteyê têne kirin û biha li gorî kalîteya berhemê tê destnîşankirin. Komîteyê girîngiya piştgirîkirina hilberîna herêmî û zêdekirina stoka stratejîk a genim, ku xwarinek bingehîn e, tekez kir.Her wiha pêvajoya wergirtinê li hemû navendên destnîşankirî bi awayekî baş berdewam dike, û kemyonên ku berhem hildigirin ji deverên cûda yên Kantonê berdewam dikin.