Ev pêvajo di encama hevlêkirina hevbeş di navbera Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryayê û wezareta perwerdahiyê ya Hikûmeta demkî de û di bin çavdêriya UNISÊF de pêk hat.
Îro 26,445 xwendekar li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûryayê di nava Kantona Cezîrê yên qonaxa navîn berê xwe dan navendên ezmûnan.
Da ku xwendekar di hawîrdorek rehet û ewle de ezmûnên xwe bidin şandeyek ji Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Cezîrê, serdanek meydanî kirin.Di dema gerê de, Desteyê ji berpirsên navendê re tekez kir ku pêwîst e hawîrdorek guncaw ji bo xwendekaran were peyda kirin, di nav de aramî, dispilîn û pêdiviyên ezmûnê. Her wiha wan tekez kir ku karmendên rêveberî û fêrkirinê bi pîvanên pêwîst re rû bi rû bimînin da ku pêvajoya ezmûnê bi awayekî baş were birêvebirin.






