Ofîsa Teknîkî ya Şaredariyê xebatên xwe yên xizmetiyê ji bo başkirina binesaziya bajêr didomîne, di van çend rojên borî de tîmek pispor karê çakkirinê pêk aniye û li çend cihên jiyanî derçûyên nû yên ava baranê danîne, bi armanca derçûna ava baranê bi awayekî baştir û kêmkirina kombûna avê li kolanan di dema Zivistanê de.
Ev gav beşek ji planeke berfireh ji bo bihêzkirina tora derçûyîna ava baranê û misogerkirina amadebûna wê, ku bandorek erênî li tevgera gelan bike.
Em spasiya xebatkarên xwe dikin ji bo hewildanên wan ên domdar ji bo xizmetkirina bajêr û em bandg li gelê xwe dikin ku hevkariyê bikin û her têpînî an pirsgirêkek di derçûyên baranê de bi riya telefonê ragihînin:
+963998300347
Ji bo ku bi e-nameya fermî bi me re têkilî daynin:
qamishlo@saredariyenrojava.com