Komîteya koperatîvan a Encûmena Aborî û çandiniyê ya Kontona Cezîrê, civînek bi beşdariya hevserokên hevbeş ên Komîteyê, serokên komîteyên ji bajêr û bajarokên cuda û hevserokên Encumenê li dar xist.
Di civînê de destkeftî û pirsgirêkên herî berbiçav ên ku komîteya koperatîvan di dema dawî de pê re rû bi rû mane hatin nirxandin, û girîngiya danûstandina pisporiyê û teşwîqkirina pisporbûnên hilberînê li gorî çavkaniyên berdest ên li her herêmê hate tekez kirin û nirxandina reşnivîsa rêziknameyên navxweyî yên nû ku kar birêve dibin û pêşxistina mekanîzmayên ji bo avakirina koperatîvan li gorî pêdiviyên aboriya civakê hat gûftgo kirin.
Komîteyê daxwaza zêdekirina serdanên meydanî û şopandina projeyên heyî û berfirehkirina avakirina koperatîvan di sektorên çandinî, ajalan û xizmetiyê de kir.Bi armanca piştgiriya aboriya koperatîvan wekî hilbijartinek stratejîk.