Komîteya pîşesaziyê ya Encûmena Aborî û çandiniyê li Kontona Cezîrê bi beşdariya Hevserokên hevbeş ên Desteya Aborî û Çandiniyê, li gel Komîteya Pîşesaziyê,civîn bi xwediyên pêşesaziyên depokirina berhemên şîr û avsarka xwarinê re lidarxist.
Li gilî û pêşniyarên xwediyên kargehan ji bo baştirkirina hilberînê û misogerkirina berdewamiya karsaziyê guhdar kirin.
û pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin û rêbazê piştgiriya sotemeniyê bi bilindkirina pileya germahiyê re giftûgo kirin.
Komîteyê tekez kir ku armanca Van civînan ew e ku pêdiviyên kargehan peyda bikin. Hat destnîşankirin ku lêkolîn tê amadekirin ku miqdarê pêwîst ên sotmeniyê werin destnîşankirin û bi awayekî dadperwer û rêkûpêk werin belavkirin.