Wekî beşek ji amadekariyên Rêveberiya Xweser û ber biçavgirtina şert û mercên jiyana gelan û bi armanca dabînkirina gerimkirina heyvên Zivistanê yên pêş û piştî civîneke berfireh ku ji aliyê Rêveberiya Sotemeniyan bi amadebûna komîteyên taybet û ofîsên peywendîdar ên li bajarên cuda yên Kantonê a bajarê Dirbêsiyê hate lidarxistin. Dest bi pêkanîna plana belavkirina sotmeniya germkirinê ji bo werza zivistana 2025/2026 an kir.
Pêvajoya belavkirinê biryar e ku di 15ê Hezêranê de dest pê bike heta 1ê Sibata 2026an bidome.
Rêveberiyê her wiha ji bo her malbatekê 300 litre mazot bi bihayê 1000 lîreyên Sûriyeyê ji bo her litreyekê, di gel qezenca 50 lîreyî ji bo stasyonê, û xerca veguhastinê ya 50 lîreyî , veqetand. bi vî awayî bihayê giştî gihîşt 1100 lîreyên Sûriyeyê.
Li gorî mekanîzmaya pejirandî, kertên sotemeniyê yên malan ji 10 Hezêrana 2025 an heta 1 Çileya duyemîn a 2026 an bi riya komîn û encûmenên li bajar û gundewarên wê werin çapkirin.