Roja Sêşemê 10 Hezêrana 2025 an civînek hevbeş di navbera Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û wezareta perwerdahiyê ya ser Şamê ve hat lidarxistin. Da ku hevrêzkirinê ji bo pêvajoya ezmûnên bawernameya dibistana amadehî û navîn li gorî rêjîma Sûryayê ya berê were giftûgokirin.
Piştî civînê, Desteya Perwerde û fêrkirinê di daxuyaniyek fermî de pêvajoya qeydkirinê li navendên pejirandî ragihand, û tekez kir ev gav ji bo xwendekarên me yên dixwazin li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li gorî rêbazê Şamê ezmûnên dibistana navîn û amadehî bidin tê.
Li gorî rêbazê hikûmeta rêjîma berê ya Sûryayê û di bin çavdêriya Desteya Perwerde û fêrkirinê pêvajoya ezmûnên xwendekarên Bawernameya perwerdahiya bingehîn dest pê kir.
Ezmûn li şeş bajarên mezin ên ku li pênc Kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne:Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêr El_zor, Tebqa û Kobanê (Serîn) Ev li gorî hesankirina gihaştin xwendekaran.