Komîteyê di destpêka Hezêranê de dest bi wergirtina genim kir, û tê payîn ku ev pêvajo du hefteyan bidome, li gorî hilberîn û pîvanên çandiniyê.
Komîteya Sîlos û aş li bajarê Dêrikê yê Kantona Cezîrê nêzîkî 10,000 ton Genim di demsala çandiniyê ya heyî de wergirtin û li ser navendên Dêrik, Birûc û Girziyaret belavkirin.
Ji ber girêdabûna çandiniyê bi baranê re werzê genim ê îsal ji salên berê kêmtir e. Hin cotkaran daxwaza zêdekirina Karkeran û dirêkirina demjimêrên wergirtinê kirine.
Proseya wergirtinê bi sîstema “dokmeh” tê kirin, û piştî çinînê li Dêrik û deverên gundewarî leza radestkirinê zêde dibe. Karmend rojane dixebitin da ku pêvajoyê hêsan bikin û kalîteya berhemê misoger bikin.