Ji bo baştirkirina paqijiyê û sînorkirina belavbûna nexweşiyan û zêdekirina hişmendiya girîngiya paqijiyê, Şaredariya Hesekê bi beşdariya berfireh a saziyên rêveberiya xweser û gelan kampaneya paqijkiria taxan berdewam kir.Kampaneyê îro li taxa El-Zihûr bi beşdariya endamên Encûmena Bajar, Şaredariya Gel û Rêveberiya Jîngehê, her wiha rêxistinên civaka sivîl û niştecihên taxê dest pê kir.
Ev kampanya beşek ji rêze kampanyayên bi heman rengî ye ku taxên El-Kelasa, El-Neşwe, El-Ezîziye, Xeşman, El-Miftî, Til Hecer, Mişîrfe û navçeya leşkerî digre nave xwe. Kampane dê li ser hemû taxên bajêr berdewam bike.