Bi hatina werza havînê û belavbûna zêde ya kêzikên zirardar, em ji şêneyê xwe yên li Qamişlo re destpêkirina kampanyayek ji bo rijandina kêzikek jehrî ku ji hêla Wezareta Tendrustî û Çaksazîya Çandinîyê ve hatî pejirandin radigihînin.
Cureyê Dermanê Ku Tê Bikaranîn: Sîdasrîn
Keskûjiyek pejirandî ji bo karanîna tendruistiya giştî piştî şilkirina wê bi madeyên guncaw wekî dîzel, benzîn, an mazot.
Bandora Derman: tunekirina
Mêş
Kelmêş
Çirçirk
Û ji bilî wan kêzikên bi zirar
Ji kerema xwe rêwerzên jêrîn bişopînin:
- Qedexekirina derbaskirina çi devera ku bi dermanê jehrî hatiye rijandin 48 demijmêran
- Di dema rijandinê de divê lepik û maske werin lixwekirin.
- Dermanê jehrî ji bo çûkan hinekî jehrî ye, lê ji bo mêş û masiyan pir jehrî ye.
Otrombêlên rijandina dermanên dijî kêzikan dê li gorî bernameyek birêkûpêk li seranserî taxên Qamîşlo werin belavkirin da ku berfirehî were peyda kirin.
Belavkirina berhemê:
Her komîn: 1 litre
Her mal:
▪︎ 5 cm dermanên kêzikan ji bo her nîv litre mazot
▪︎ 10 cm dermanên kêzikan ji bo her litre mazot
Em ji hemû gelan dixwazin ku hevkariyê bikin û rêwerzan bişopînin da ku tendruistî û ewlehiya giştî misoger bikin.
Bi hev re ber bi jîngehek saxlem û ewle ve
#Ofîsa_Tendrustiyê
#Qamişlo
#pijqandina_Derman
#Tendrustiya_Giştî