Di çarçoveya rêxistina radestkirin û misogerkirina kalîteya berhema genim navend û şêwirmendiyên komîteyê, sîlosên ji bo wergirtina genim di pejirîne.Hejmarek ji van navendan, di nav de yên li Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Hesekê, rojane rastî herikîna cotkaran tên, ku ji bo tomar kirina daneyên çandiniya xwe û wergirtina agahdariyên dabînkirinê, berê xwe didin sîloyên diyarkirî.
Hin cotkaran piştrast kirin ku kirdariyên rêxistinû heyî pêvajoya radestkirinê hêsan û bileztir kirine, tevî zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû man, wek dema çinînê û dûrbûna hin navendan ji zeviyan.
Ji aliyê xwe ve, komîteyên çandiniyê xebata xwe ya rojane ji bo şopandina qeydkirina berheman û organîzekirina operasyonên dabînkirinê didomînin, û tekez dikin ku pêwîst e cotkar pabendî demên diyarkirî û pêdiviyên teknîkî yên ku ji hêla Komîteya Çandinî û samana lawiran ve hatine destnîşankirin bibin da ku wergirtina berheman bi kalîteya pêwîst misoger bikin.