Li bajarê Qamişlo civîneke bi amadebûna hevserokên Komîteya sîlos û aş û hejmarek rêveber û kadro hate lidarxistin. Bi armanca guftûgokirina plana xebata pêşerojê û baştirkirina hevrêziyê di navbera beşên cuda yên destnîşankirî û ji bilî şîrovekirina mekanîzmayên hevrêziyê yên di navbera navendên genim, aş û sîloyan de li ser pirsgirêkên herî berbiçav ên ku di demsalên borî de hatine pêşiya wan jî guftûgo kirin, ji bo îsal çareseriya wan bikin.
Hejmarek pispor û kadroyên ji Navendên samana giyanweran û Navenda Xwarinê beşdarî civînê bûn, pisporiya xwe ji bo piştgirîkirina plansazkirin û pêşxistina aliyên teknîkî yên sala çandiniyê pêşkêş kirin.
Hevserokan tekezî li ser pêwîstiya amadekariyên zû û hewldanên yekgirtî di navbera hemû aliyan de kirin da ku destpêkek serkeftî ji bo sala çandiniyê ya pêşerojê û baştirkirina ewlehiya xwarinê li herêmê were misogerkirin.






