Ev çalakî beşek ji Stratêjeya Rêveberiya Xweser ku armanc dike kesên xwedî pêdiviyên taybet di nava civakê de entegre bike û piştgiriya pêwîst ji wan re peyda bike.
Navenda Ş. Êrîş a girêdayî desteya Karûbarên civakî û karkeran li kantona Cizîrê ji bo mirovên xwedî pêdiviyên taybet çalakiyek werzîşî li bajarê Qamişlo bi armanca pêşvebirina çalakiya laşî û piştgiriya derûnî li dar xist.
Aliyê ku bi rêk û pêkirina vê çalakiyê radibe tekez kir ku ev çalakî dibe alîkar ji bo pêşdebirina karînên zarokan û pêşxistina jêhatiyên wan.
Di çalakiyê de gelek dê û bav û xebatkarên civakî û perwerdeyî amade bûn. Ji bo vê çalakiyê malbatên zarokan spasiyê xwe didin ku zarokên wan ketin rewşeke dilşad û jîndar de.
Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran, bi hevahengiya ligel navendên xwe yên ku li bajar û bajarokên kantonê belav bûne, hewl dide ku çalakiyên taybet ên zêdetir organîze bike ku hebûna xwediyên pêdiviyên taybet di jiyana giştî de zêde bike.