Giştîkirin
Li ser bingeha daxwazên berjewendiya giştî û birêvebirina karê baş û li ser bingeha giliyên ku me ji nanpêjxaneyên giştî û taybet di derbarê kêmbûna pêdiviyên xwarinê yên ji hêla aşxaneyan ve hatine şandin, û nebûna kerta nasnameyê li ser kîsên nan,serokatiya hevbeş a Desteya Aborî li Kantona Cezîrê ev giştîkirin derxist:
1_Qedexekirina wergirtina heyberên kêm giranî an hejmar ji nanpêjxaneya giştî û taybet ev berpirsiyarî dikeve ser milê xwediyê embarê di nanpêjxaneyên giştî de an jî xwediyên nanpêjxaneyên taybet.
2_Qedexekirina wergirtina heybera ard bêyî kerta nasnameyê ya ku Çavkaniya wê hilberînê nîşan dide.
3_Çi kesê heybera ku giranî an jimara wî kêm be, an jî bêyî nasnameyekê be, wergire tevahî berpirsiyariya yasayî û rêveberî li ser xwe digire.
4_Ger pêdiviyên xwarinê an ard ne li gorî pîvan û şertê pêwîst werin wergirtina pêwîste ji rayedarên peywendîdar re were ragihandin.
Ji her kesî re tê xwestin bi vê giştîkirinê bên pabendîkirin.