Wekî beşek ji plana asfaltkirina rêyan a 2025an, atolyeyên Şaredariya Qamîşlo dest bi rijandina MC0 li ser Kolana El-Keramê kirine, ji bo amadekariya danîna asfaltê di rojên pêş de.
Ev xebat beşek ji baştirkirina binesaziyê û hêsankirina herikîna trafîkê li ser kolanê ye, ku yek ji rêyên herî girîng ên bajêr e.
Em ji hevwelatiyên xwe dixwazin ku bi karmendên şaredariyê re hevkariyê bikin û rêwerzên trafîkê yên demkî bişopînin da ku ewlehiya giştî û pêşveçûna bêkêmasî ya xebatê misoger bikin.