Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo piştgirî û pêşxistina binesaziyê li herêmên gundewarî û bi cihanîna rêwerzên Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê ya bi armanca pêşxistina rastiya xizmetiyê li gundan, Şaredariya Gel a Çil Axa dest bi cîbicîkirina projeyek girîng li gundê El-Etşan kir.
Ekîbên kanalîzasyonê yên şaredariyê, di çarçoveya plansaziyeke baş a li ser danîna boriyên çementoyê yên ji bo toreya kanalîzasyonê, bi mebesta sererastkirina xetên kevin ên ku ji xizmetê hatine derxistin, riyeke bi dirêjahiya 10 metreyan dikolin.
Tê çaverêkirin ku ev proje bibe alîkar ji bo baştirkirina rewşa jîngeh û tendrustiyê ya niştecihên gund, û kêmkirina gemariya ku ji ber rijandin û pirsgirêkên teknîkî yên berê di torê de ne.
Ev pêngav di çarçoveya rêze projeyên xizmetiyê de tê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li deverên cuda yên Kantona Cezîrê, bi taybetî li deverên gundewarî yên ku pêwîstiya wan bi destwerdanên xizmetiyê heye, tê.