Îro Pêncşem komîteyên lihevanînê yên Kantona Cezîrê bi beşdariya berdefkên komîteyên Kantonê civîna xwe ya mehane li dar xistin.
Civîn li Qamişlo û Hesekê hate lidarxistin raporên mehane yên ku pêşketina xebatê dinirxînin hatin pêşkêşkirin û xwendin.
Her wiha di civînê de giringtirîn kêşeyên li pêşiya komîteyan hatin giftûgokirin û çend pêşniyar hatin pêşkêşkirin ji bo baştirkirina kar û rola komîteyên lihevhatinê di civakê de.