Komîteyên sektora ajalan ya girêdayî komîteya çandiniyê li Kantona Cizîrê bi belavkirina xwarina lawiran li cotkarên bajar û gundan bi dewreya duyemîn rabûn.
Ev gav ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê weke pabendîkirinekê ji bo piştgiriya sektorên çandinî û xizmetî di çarçoveya pirojeyek giştî ji bo baştirkirina sektorê û hilberîna xwecihî.
Ev belavkirin beşek ji hewildanên berdewam ên Rêveberiya Xweser ji bo kêmkirina kêşeyên jîngehê û barê cotkaran di rewşa aborî de.
Miqdarji bo her cûre lawir wiha hate diyarkirin:
- Pez: serê serî 10 kîlo.
- Dewar: serê serî 50 kîlo.
- gamêş: serê serî 50 kîlo.
- Hesp: serê serî 50 kîlo.
Ev piştgirtî di çarçoveya planên Encûmena aborî û çandiniyê de ye ji bo bicîkirina projeyên xizmetiyê bi armanca baştirkirina rewşa jiyana gelan bi taybet li deverên gundewarî ji ber ku jêdera wan a sereke ya dahetê li ser çandiniya ajalvana ye.