Di çarçoveya bihêzkirina hevkariya di navbera niştecihan û pêşkêşkerên xizmetiyê de, û ji bo parastina paqijiya taxan û xweşikirina bajêr, kampanyaya ku ji aliyê Encûmena Bajarê Hesekê ve bi hevkariya Rêveberiya Jîngehparêz û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser hatiye destpêkirin, berdewam dike ji bo belavkirina çanda paqijiyê û kêmkirina belavbûna nexweşiyan
Îro taxa El-Neşwa bi beşdariya endamên Encûmena bajar û tîmên Rêveberiya Jîngehê, qonaxa yek ji vê kampaneyê dest pê kir. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya paqijiya tax û derdorê.
Di daxuyaniyekê de hevseroka hevbeş a Rêveberiya Jîngehparêzî li Hesekê Rovînda Ebdo diyar kir ku kampane her hefte li taxên cuda yên bajêr berdewam dike, bi armanca hişyarkirina jîngehê û belavkirina çanda paqijiyê di nav şêniyan de.
Bi bîrawend ku kampaneya ku di 12’ê Nîsanê de dest pê kir, heta niha taxên El-Kelasa, El-Eskerî, Xeşman û El-Neşwa kirine armanc û dê hemû taxên bajarê Hesekê jî bidomînin.