Îro li avahiya Encûmena Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê civîneke berfireh ji bo lêkolîna lêçûnên hilberîna yek kîlo genim ji bo werzê 2024-2025 hat lidarxistin.
Di civînê de hevserokên hevbeş ên Encûmena Aborî û Çandinî û Rêveberiya Xweser, nûnerên Aboriya Jinê, Komîteya Çandinî û samana giyanweran , Desteya Hilberîna Riwekan, Komîteya Silo û Meylan û Yekîtiya Cotkaran amade bûn.
Civînê bi xulek bêdengî ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, û piştre gotûbêjeke kûr li ser pêşxistina lêkolîneke berfireh li ser qonaxên cûrbicûr ên hilberînê, ji çandiniyê heta daxistina bazarê, bi taybetî li ser lêçûnên çandiniya zeviyên avdanî, hat kirin.
Di civînê de nerîn û pêşniyarên komîteyên çandiniyê, komîteyên şêwirmendî û şaxên Yekîtiya Cotkaran li kantonê hatin guhdarîkirin.
Tê çavrê ku encamên civînê ji bo diyarkirina nirxê kirîna genim ji bo demsala niha radestî Encûmenaa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin.






