Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi nûnertiya Encûmena cîbcîker, Encûmena Gel û hevserokên deste û nivîsgehan, ji ber koça dawî ya endamê Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhev û Demokrasiyê Serî serya Onder sersaxî xwest.
Ji demjimêrên serê sibehê ve bi sedan şêniyên bajar û gundên kantona Cizîrê ber bi kon ve çûn sersaxiyê. ku li bajarê Qamişlo hatiye vedan û hevxemiya xwe anîn ziman û spasiya têkoşîna siyasî ya kesayetê nemir kirin.