Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê, li herêma Komîn Şehîd Yûsif projeya nû ya kanalîzasyonê pêk anî. Armanca vê projeyê bi avakirina tora kanalîzasyonê bi dirêjahiya 40 metreyan zêdekirina xizmetiyê û peydakirina pêdiviyên şêniyên herêmê ye.
Di projeyê de lûleyên betonê yên bi qalindahiya 30 santîm hatin bikaranîn, û xebat “bi pişrastî” û di bin çavdêriya rasterast a xebatkarên şaredariyê de hatin meşandin da ku li gorî taybetmendiyên teknîkî yên pêwîst bicihanîna bi kalîte were misoger kirin.
Ev proje projeyek xizmetî ya girîng e ku ji baştirkirina jîngeha tenduristî û sivik kirina êşên gelan re dibe alîkar, ji ber ku pêwîstiya zêde bi torên avdanê yên bi bandor heye.
Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê pabendbûna xwe bi berdewamiya cîbicîkirina projeyên xizmetiyê yên bi vî rengî li gelek komîn û deverên di bin desthilata wê de, bi armanca bilindkirina asta xizmetiyan ji şêniyan re û bidest ve anîna geşepêdaneke berdewam û giştgir tekez dike