Îro danê sibê girseya gel a şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiye, Amûdê û Til Hemîsê ji bo beşdarbûna berxwedana gel a ku ketiye roja xwe ya 100. ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê.
Di karwana de gelek jin û jinên ciwan diyar kirin ku tevlîbûna wan ji bo parastina xaka welat û parastina destkeftiyên wê ye. Beşek ji beşdaran cara sêyem beşdar bûn.