Her sal di 1`ê Gulanê de li cîhanê Roja Cîhanî ya Karkeran tê pîrozkirin. Ev roj di dîroka têkoşîna çîna karker a li dijî mêtingerî û yekdestdariyê de xwedî ciheke girîng e her wiha girîngiya wê ya ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê. Têkoşîna vê çînê di pêşketina civakê de bi rêya pêşketina wî bi modela jiyana hevpar û edaleta civakî re roleke mezin dilîze.
Lê dîktatorî maf û keda leşkerên nenas ku destê wan di avakirina şarestaniyên dîrokî û pêşxistina wan de heta roja îro heye, binpê û keysbaz bike. Lê tevî vê yekê çînên ku di nava serdemên dîrokê de herî zêde rastî keysbazkirin û zordestiyê hatine, ji koletiyê bigire heta cotkaran û bi karkeran diqede. Ew jî encama kontrolkirina sîstemên dewletê yên hiyerarşîk de ku edalet û wekheviya di navbera hemû çîn û kategoriyên civakê de winda kirine.
Di çarçoveya zehmetiyên ku îro bi ser Sûriyê de hatiye û ji ber rewşên heyî nexasim di nava bi dehan salên ji desthilatdarî û binpêkirinê de, karker ji berê ve û heta roja îro rola wan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingehîn û berfirehe. Ji ber yek ji bingehên şoreşa me û armancên wê, tunekirina hemû cûreyên keysbazkirinê ye. Di vê qonaxa mezin di dîroka Sûriyê de karker bingeha avakirina Sûriya pêşerojê ne ku xwesteka hemû gelê Sûriyê ku têde edalet, wekhevî hebe û redkirina her cûreyê desthilatdariyê armanca sereke ye.
Li gorî baweriya me bi fedekariyên mezin ên karkeran, em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bang dikin ku ev roja dîrokî ya Karkerên Cîhanê bibe roja pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyînê da ku têgînên desthilatdarî û keysbazkirinê ji bo avakirina paşeroja welatê xwe bi ked û xebatên pîroz ên kedkarên welatê xwe, derbas bikin.
Bi vê boneyê em karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê, pîroz dikin. Em hêvî dikin ku aştî, edalet û aramî belav bibe heta ku bighêjin Sûriyeke demokratîk nenavendî nû û derfetên têde li ser esasê edalet û wekheviyê bin û rola karker û kedkaran garante bike her wiha xwesteka wan ji bo pêşxistina civakê jî pîroz bike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê