Îro şaredariya bajarê Qamişlo pêşwaziya nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li vinlenda bi amadebûna xanim Gilstan Alî cîgira Hevseroka hevbeş desteya têkiliyên derve
Ev serdan bi taybetî ji ber girîngiya xwe ya kesayetî girîng e, ji ber ku Xanim Xelat ji Qamişlo ye, ev yek di civînê de hêleke hestyarî dide ku girêdana bûgane bi welatê xwe re û dilxwaziya wan ji bo piştgirîkirina wê ji cihên xwe yên navneteweyî nîşan dide.
Serdan bi destpêşxeriya Xanim Xelat Xelef hate kirin, û xwesteka xwe ji bo avakirina pirên ragihandinê di navbera şaredariya Qamişlo û şaredariyên Ewropayê de anî ziman, li ser bingeha baweriyeke xurt li ser pêwîstiya avakirina peywendiyên bi derve yên bihêz ku dê alîkariya ragihandina rastiya bakurê rojhilatê Sûriyê ji civaka navdewletî re bike.
Di civînê de ku şanda mêhvan û berpirsên şaredariya Qamişlo li hev civiyan, li ser awayên pêkanîna hevkarî bi şaredariyên Ewropayê re, û mekanîzmayên bidestxistina hevkariyên domdar li ser bingeha pevguhertina pisporan û pêşxistina karînên xwecihî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de amadebûyan tekez kirin ku, peywendiyên bi vî rengî pêngaveke stratejîk e ji bo bihêzkirina pêgeha Rêveberiya Xweser li ser asta navdewletî
Girîngiya vê serdanê ji çespandina wê ya pîvanek stratejîk di dîplomasiya civakê de tê, bi tevlêkirina civakên li derveyî welat di piştgirîkirina pirsgirêkên navxweyî de.