Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya gera xwe ya li saziyên Rêveberiya Xweser ên Kantona Cizîrê de, serdana navenda Encûmena Gel a Kantona Cizîrê kir.
Şanda mêvan ji van kesan pêk dihat:
- Xanim Zeyneb Mûrad hevseroka hevbeş a Kongira Netewî ya Kurdistanê
- Xanim Hêvî Mistefa,cîgira hevseroka hevbeş
- Ebîr Hesen Endama rêveberiya konferansê li Rojava xanim
- Xanim Taz Paşa , endama desteya rêveberî.
Pêşwazîkirin ji aliyê:
- Birêz Hikmet Hebîb, Hevserokatiya Encûmena Gelan
- Xanim Ariya Mele Ehmed, Hevseroka Encûmena Gel
- Birêz Ebdulrehman Hesen, ji Encûmena Gel a Dîwanê
- Xanim Hediya Elî, ji Encûmena Gel a Dîwanê,
- Xanim Vivyan Osê, Hevseroka Encûmena Rêvebir
- Birêz Hesen Şero, Hevserokê Encûmena Rêveber.
Di civînê de li ser girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, encamên wê û pêwîstiya yek kirina helwesta Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojava, ji ber bandora wê ya erênî li ser yekîtiya Sûriyeyê di nava sîstemeke ne navendî û piralî de, gûftûgoyên berfireh hatin kirin.
Her wiha di giftûgoyan de rola Rêveberiya Xweser û saziyên wê di yek kirina prensîbên demokratîk û bidestxistina nenavendîbûnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldana berfirehkirina vê ezmûna demokratîk li tevahiya Sûriyê hate kirin.
Şandeyê bal kişand ser girîngiya Encûmena Gel a ji bo xurtkirina nêzîkatiya neteweya demokratîk û pêşxistina dadgeha civakî û bi vî rengî îstiqrar û pêşketineke berfireh ji bo hemû pêkhateyên civakê pêk bîne.