Şaredariya Gel a Hesekê bi rêya Dezgeha Paqijiyê xebatên xizmetiyê yên ji bo başkirina binesaziya bajêr didomîne.
Di vê çarçoveyê de xetên sereke yên kanalîzasyon û ava bahozên nav taxa leşkerî bi kar û barên endazyarî û hêza mirovî, di bin çavdêriya rasterast a qeymeqamtiyê û serokatiya hevbeş a şaredariyê de hatin rakirin. Di çarçoveya amadekariyên xebatên qîrê yên li taxan de, armanc ew e ku zuhakirina avê baştir bikin.
Di vê çarçoveyê de, îro danê sibê li kolana Qamişlo ya di nava bazarê de karê paqijkirina qîrê ya xiravkirî bi dawî bû û projeya qîrkirinê dest pê kir. MC0 di bin çavdêriya serokatiya hevbeş a Şaredariya Gel a Hesekê de û ji aliyê peymankar ve hate bicihkirin, weke gava yekem a amadekariyên ji bo danîna tevlê qîrê hat rijandin.