Encûmena cîbicîker a Kantona Cizîrê civîna xwe ya mehane ya asayî ya meha Nîsanê 2025’an,bi amadebûna hevserokên encûmenê, şêwirmend û hemû serokên dezgeh, nivîsgeh û cîgirên girêdayî Encûmena Rêveber lidar xist. Ev civîn wekî beşek ji şopandina birêkûpêk a pêşkeftina karsaziyê, nirxandina performansa giştî, û gotûbêjkirina proje û planên pêşerojê ji bo sala niha hate lidarxistin.
Civîn bi xulekeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên ku di riya azadî û rûmetê de canê xwe feda kirine destpê kir. Piştî vê yekê bernameya civînê hate pêşkêşkirin ku tê de çend mijarên sereke hebûn û bi taybetî jî:
- Xwendina raporta siyasî û danvekirina dîmena siyasî ya cîhanî û navçeyî, û bandora wê li ser rewşa navxweyî.
- Pêşkêşkirina raporta mehane li ser karê deste û fermangehan, bi lêkolînkirina rewşa rêveberî û rêxistinî.
- Pêdaçûna kêşe û giriftên li ber karê dezgeh û ofîsan û pêşkêşkirina pêşniyaran bo derbaskirina wan.
- Goftûgokirina bername û pilanên mehane, û pêşkêşkirina rênimayiyên pêwîst ji aliyê Encûmena Cîbicîkar.
Di civînê de, serokên dezgeh û ofîsan raporên berfireh li ser kar û çalakiyên herî girîng ên meha borî pêşkêş kirin, ji bilî agahdarkirinên berfireh li ser pirojeyên ku di çarçoveya planên salane yên sala 2025an de tên cîbicîkirin.
Di çarçoveyeke din de, amadebûyan bi hûrgilî behsa kêşe û zehmetiyên ku rê li ber karê hin dezgehan digirin, kirin, û pêşniyarên pratîkî ji bo çareser kirina wan, misogerkirina baştirkirina kar û zêdekirina kargêriya proje û planên geşepêdanê hatin pêşkêş kirin.
Civîn bi komek encam û pêşniyaran û planên karkirinê yên ku dê di meha bê de li ser bên rawestan bi dawî hat, bi armanca pêşxistina xebatên saziyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên Kantonê û niştecihên wê.