Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM PARTÎ) piştî tevlîbûna konferansa siyasî ya 26’ê Nîsanê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, Şaredariya Gel a Qamişlo pêşwazî kir.
Şandeyê di hevdîtinê de serbilindiya xwe ya bi berxwedan û gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da û diyar kir ku ev berxwedan sînorên Kurdistanê derbas kiriye û bûye dengek cîhanî.
Şandeyê tekez kir ku şaredarî di bin şer de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin, ji ber vê yekê berdewamkirina xizmetiyên bingehîn ji gel re dijwartir dibe. Tevî van astengiyan berxwedan û xebatên şaredariyan spasiyên xwe anîn ziman.
Şandeyê her wiha hejmarek pêşniyar bi armanca pêşxistina karê şaredariyê û bilindkirina asta xizmetiyan pêşkêş kirin û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina piştevaniyê û pevguhertina pisporan nîşan da. Daxwaza xwe ya pêşxistina hevkariya di navbera şaredariyên Bakurê Kurdistanê û şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo pêşxistina hevbeş nîşan dan.
Ji aliyê xwe ve, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê bi xêrhatina van destpêşxeriyan kir û tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevgirtinê ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên heyî û avakirina paşerojeke baştir ji bo hemû gelên herêmê kir.