Beşa Daristan û Gulîstana a Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di çarçoveya kampanya çandina daran de xebatên xwe yên ji bo pêşxistina qadên kesk, paqijkirina baxçeyan û birîna daran didomîne.
Di vê çarçoveyê de 66 dar li taxa Enteriyê çandin û soza xwe ya ji bo pêşxistina jîngeha xwezayî û başkirina dîmena bajarokî teqez kir.