Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê beşdarî merasîma bîranîna 110’ salvegera qirkirina gelê Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hat kirin. Çalakiya ku ji aliyê Meclisa Civakî ya Ermeniyan ve bi dirûşma “Dîroka ku ji bîranîna nifşan nayê paqijkirin” li hola Serdem a bajarê Hesekê pêk hat.
Di çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Meclîsa Rûspiyên Hesekê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa Civakî ya Ermenîstanê û hejmarek şêxên eşîrên Kurd û Ereb amade bûn.
Merasîma bîranînê bi vêxistina mûmeyan ji bo şehîdên Qirkirina Ermeniyan dest pê kir. Paşê çend axaftin hatin pêşkêşkirin, û bal kişandin ser êşên dîrokî yên gelê Ermenî ji dawiya sedsala nozdehan ve, di nav de kuştin û koçberkirina bi zorê ya di navbera 1,5 û 2 mîlyon Ermenî de.
Axaftvanan tekez kirin ku pêwîste bi yekdengî li dijî her cure neheqî û qirkirinê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin.
Di çalakiyê de sînevîzyona belgefîlm a qirkirina ku Împaratoriya Osmanî li dijî Ermeniyan pêk aniye vedibêje, tevî performansa şanoyê ya ku trajediyên ku gelê Ermenî jiyaye, di nav de zext, kuştin û koçberkirin, vedikole. Çalakî bi beşên hunerî yên ku ji stran û helbestan pêk dihat bi dawî bû.