Îro 8 sal di ser komkûjiya ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşa hewayî ya li ser Çiyayê Qereçoxê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, derbas dibe.
Di vê rojê de, 25ê Nîsanê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Roja Şehîdan” bi bîr anîn û şehîdên ku di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de li Qereçox û çend deverên din ên herêmê û Şengalê, bi êrîşên bêmînak ên balafirên şer, şehîd bûn, bi bîr anîn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê salvegera bi êş de, ji bo xwedîderketina li berxwedana wan a li dijî dagirkeriyê, 25’ê Nîsanê weke roja şehîdan a fermî xuyakirin kir.
Di çalakiya ku bi vê boneyê hate lidarxistin, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi nûneratiya Hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Hesen Şero, Hevserokê Meclîsa Gel Hikmet Hebîb û hejmarek ji hevserokên deste û nivîsgehan beşdar bûn.
Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û bal kişand ser girîngiya berdewamkirina riya şehîdan.
Her wiha hevserokê Meclîsa Gel a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb jî axaftinek kir û tê de tekez li ser berdewamiya berxwedan û sekna li hemberî hemû hewldanên têkbirina vîna gelên herêmê kir.