Konferansa “Yekitî û Helwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê” bi beşdariya zêdetirî 400 kesayetiyên ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û herwiha kesayetiyên ji navçeyên cuda yên Sûriyê, tevî nûnerên partî û hêzên Kurdistanî, dest pê kir.
Di konferansê de, şandeke pilebilind a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsên Rêveber û Gelan ên Kantona Cizîrê û hejmarek hevserokên deste û nivîsgehan û cîgirên wan, amade bûn.
Di dawiya karê xwe de, konferansê pejirandina nêrîneke Kurdî ya yekgirtî li ser bingeha avakirina Sûriyeyeke nû ragihand, ku dê bibe bingehek ji bo diyaloga niştimanî ya berfireh, çi di navbera hêzên siyasî yên Kurdî bi xwe de, çi di navbera wan de, hikûmeta Şamê, yan hêzên din ên niştimanî yên Sûriyê