Rêveberiya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê topbarana berdewam a komên çekdar ên ser bi “Hikûmeta Demkî” ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber van êrişan, gelek nexweşxane û navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine, ku ev yek bûye sedema kûrbûna krîza mirovî û zêdebûna êşên sivîlan.
Rêveberiyê her wiha diyar kir ku êrişên hov ên komên wekî “Hemzat û Emşat” ku bi fermana dewleta Turk tevdigerin, binesaziya tenduristiyê wêran kiriye û jiyana şêniyên bêparastin xistiye metirsiyê.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev kiryar di çarçoveya “sûcên şer û qirkirinê” de ne. Rêveberiyê bang li saziyên navdewletî kir ku li dijî van kiryarên terorîstî helwesteke tund nîşan bidin û bi berpirsiyariyên xwe rabin.






