Heyva Sor a Kurd li bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku ji bo derxistina birîndarên taxa Şêxmeqsûd a Helebê korîdoreke mirovî ya lezgîn bê vekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên bi çekên giran di çar rojên dawî de, zêdetirî 100 kes bûne qurbanî, di nav wan de 11 şehîd hene ku piraniya wan jin, zarok û kesên temenmezin in.
Heyva Sor diyar kir ku ji ber dorpêça nêzî 5 mehan, rewşa mirovî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê karesatbar e, xwarin û derman qediyane û rê nayê dayîn ku tîmên bijîşkî û mirovî derbas bibin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî hat kirin ku ji bo parastina sivîlan, derxistina birîndaran û gihandina alîkariyan, tavilê destwerdanê bikin.






