• العربية
Thursday, January 22, 2026
  • Login
Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê
  • Mal
  • Deste
    • Desteya Rêveberiya Herêmî
    • Desteya Aborî û Çandiniyê
    • Desteya Jîngehê
    • Desteya Perwede û Fêrkirinê
    • Desteya Çandê
    • Desteya Hundirîn
    • Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran
    • Desteya Ciwanan û Werzîşê
    • Desteya Tenduristiyê
    • Desteya Enerjiyê
    • Desteya Diravî
    • Desteya Jin
    • Desteya Malbatê Şehîdan
  • Nivîsgeh
    • Nivîsgeha Raghandinê
    • Nivîsgeha Pêwendiyan
    • Nivîsgeha Plansaziyê û Serjmariyê
    • Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan
    • Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberan
  • Rêveberiyên
    • Kargerî
  • Meclis
    • Meclisa bajarê Qamişlo
    • Meclisa bajarê Hesekê
  • Encûmena gelan
    • Civîn
    • Biriyar
    • Zagun
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê
No Result
View All Result
  • Mal
  • Deste
    • Desteya Rêveberiya Herêmî
    • Desteya Aborî û Çandiniyê
    • Desteya Jîngehê
    • Desteya Perwede û Fêrkirinê
    • Desteya Çandê
    • Desteya Hundirîn
    • Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran
    • Desteya Ciwanan û Werzîşê
    • Desteya Tenduristiyê
    • Desteya Enerjiyê
    • Desteya Diravî
    • Desteya Jin
    • Desteya Malbatê Şehîdan
  • Nivîsgeh
    • Nivîsgeha Raghandinê
    • Nivîsgeha Pêwendiyan
    • Nivîsgeha Plansaziyê û Serjmariyê
    • Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan
    • Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberan
  • Rêveberiyên
    • Kargerî
  • Meclis
    • Meclisa bajarê Qamişlo
    • Meclisa bajarê Hesekê
  • Encûmena gelan
    • Civîn
    • Biriyar
    • Zagun
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê
No Result
View All Result
Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê
No Result
View All Result

Daxuyanî ji raya giştî re

January 7, 2026
in Daxuyanî
A A
Daxuyanî ji raya giştî re
0
SHARES
6
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar û şermezarkirineke mezin daxuyaniya ku ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta demikî ya Sûriyê ve derketiye, dişopîne ku tê de gefên eşkere ji bo hedefgirtina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dixwe û wan wekî “armancên leşkerî yên rewa” bi nav dike, di heman demê de daxwaza valakirina wan bi rêya korîdorên mirovî yên demkî dike.
Em teqez dikin dikin ku QSD`ê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tune ne û ev tax deverên niştecihbûnê yên bi sivîlan e ku piraniya şêniyên wan Kurd in, di nav de hejmareke mezin ji koçberên bi darê zorê ji Efrînê ku di salên dawî de zehmetî û koçberî kişandine. Ji ber vê yekê, çi êrîşên leşkerî, topbaran û hedefgirtina van taxan binpêkirineke berçav ji qanûna mirovî ya navneteweyî ye û berdewamiya siyasetên dijminatî li dijî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bêyî cûdahî ye.
Berdewamiya topbaran, êrîş û zêdebûna neqanûnî û bêserûber li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ligel êrîş û binpêkirinên ku li deverên berava Sûriyê, başûrê Sûriyê û deverên din ên Sûriyê tekez dike ku ev kiryar xizmeta aramiya welêt nakin lê belê dibin sedema bêaramiya welat, xirakirina ewlehiyê û gûrkirina pevçûnê û ev yek Sûriyê dûrî lihevkirina niştîmanî, çareseriya siyasî û yekîtiya niştîmanî ya xwestî, dixe.
Tevî pabendbûna bi şertên peymana 1`ê Nîsanê lê aliyê din bendên wê pêknanîn, siyaseta xwe ya dorpêçkirin û gurrkirinê de israr kiriye. Her wiha em tekez dikin ku tevî hewldanên me yên dubare ji bo pêwendiyê, vekirina rêyên diyalogê û beşdarbûna di nîqaşên cidî de, Wezareta Parastinê ya hikûmeta demikî ya Sûriyê berdewam e, diyalogê red dike û li ser zimanê gef û şer bi israr e.
Em bi eşkere radigihînin ku em li dijî her cureyên rageşiya leşkerî ne. Ji ber ku gel welat e û ew yê yekem û dawîn e ku di şer û pevçûnan de winda dike. Gelê Sûriyê ji ber salên dirêj ên wêranî û şeran gelek êş kişandiye, şer ji bilî êş, parçebûn û bêhêvîtiyê tiştek bi xwe re neaniye.
Ji ber vê yekê, em bang li berpirsên hikûmeta demikî ya Sûriyê dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û niştîmanî li hember bûyerên diqewimin bigre ser milê xwe, vegerin ser rêya aqil û mentiqê, diyalogê wekî yekane zimanê çareserkirina nakokiyan bikar bîne û derfetê nedin kesên ku destwerdanê dikin û ajandeyan ku tenê xizmeta dijminê gelê Sûriyê dike û dixwazin bi rêya hilweşandin û parçekirina Sûriyê armancên xwe, pêk bînin.
Her wiha em bang li gelê Sûriyê dikin nexasim ciwanên Sûriyê ku dûrî mentiqa şer û çekan bikevin, dengê rastiyê bilind bikin, tundiyê red bikin û nirxên jiyana hevbeş û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de biparêzin.
Di dawiyê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi gelê me yê sivîl ê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi hemû zarokên gelê Sûriyê yên ku rastî binpêkirin û êrîşan tên re, radighîne û pabendbûna xwe bi vebijarka çareseriya siyasî ya demokratîk û avakirina Sûriyeke yekbûyî, demokratîk û nenavendî ku maf, rûmet û edaletê ji hemû zarokên xwe re bêyî cûdahî garantî dike, tekez dike.

ShareTweetPin

Related Posts

Jiyan Hesen: Yekîtiya gelê Cizîrê hemû komplo vala derxistin, ew ê bi her berdêlê axa xwe biparêzin
Daxuyanî

Jiyan Hesen: Yekîtiya gelê Cizîrê hemû komplo vala derxistin, ew ê bi her berdêlê axa xwe biparêzin

by RXD
January 22, 2026
Daxuyanî

by RXD
January 20, 2026
Îlham Ehmed, derbarê êrişên li ser Rojava, sekna gel û bêdengiya hêzên navnetewî bi riya ANHA’yê peyamek belav kir
Daxuyanî

Îlham Ehmed, derbarê êrişên li ser Rojava, sekna gel û bêdengiya hêzên navnetewî bi riya ANHA’yê peyamek belav kir

by RXD
January 20, 2026
Next Post

Ji Raya Giştî Re

Ji Raya Giştî Re

  • Mal
  • Deste
  • Nivîsgeh
  • Rêveberiyên
  • Meclis
  • Encûmena gelan
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • Mal
  • Deste
    • Desteya Rêveberiya Herêmî
    • Desteya Aborî û Çandiniyê
    • Desteya Jîngehê
    • Desteya Perwede û Fêrkirinê
    • Desteya Çandê
    • Desteya Hundirîn
    • Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran
    • Desteya Ciwanan û Werzîşê
    • Desteya Tenduristiyê
    • Desteya Enerjiyê
    • Desteya Diravî
    • Desteya Jin
    • Desteya Malbatê Şehîdan
  • Nivîsgeh
    • Nivîsgeha Raghandinê
    • Nivîsgeha Pêwendiyan
    • Nivîsgeha Plansaziyê û Serjmariyê
    • Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan
    • Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberan
  • Rêveberiyên
    • Kargerî
  • Meclis
    • Meclisa bajarê Qamişlo
    • Meclisa bajarê Hesekê
  • Encûmena gelan
    • Civîn
    • Biriyar
    • Zagun
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê