Hêzên Parastina Jîngehê li Kantona Cizîrê, li ser bingeha biryara Desteya Jîngehê ya ku veguhastina dar û hêzingan bêyî destûra fermî qedexe dike, xebatên xwe yên ji bo parastina xwezayê û rêgirtin li ber talankirina daristanan zêde kirine.
Di vî warî de û bi kordînasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, barkêşeke hêzingan ku bi rengekî neyasayî dihat veguhastin hat girtin û piştî desteserkirinê, rêkarên yasayî der barê binpêkeran de hatin destpêkirin.
Ev çalakî beşek in ji planeke giştî ya ji bo parastina hevsengiya ekolojîk û rûbirûbûna metirsiya çolbûnê ya ku ji ber birîna daristanan û bazirganiya neyasayî ya hêzingan çêdibe.
Desteya Jîngehê tekez kir ku ew ê bi hevkariya hêzên ewlekariyê re rûbirûyê her binpêkirinekê bibin da ku qadên kesk û parastgehên xwezayî ji tunebûnê biparêzin.






