Gerenîndeya Avê ya Dêrikê bîra jimar 15 li taxa Sor vegerand ser kar, piştî ku tîmên lênihêrînê motora wê ya xerabûyî bi yekî nû guhertin. Her wiha bîra jimare 16 jî, ku avê dide heman taxê, piştî çareserkirina kêşeya elektrîkê careke din ket xizmetê.
Tîmên Beşa Avê li Dêrikê xebatên xwe bi awayekî domdar didomînin da ku rewşa avê li hemû taxên bajêr baştir bikin.






