Di çarçoveya planên Komîteya Awarte ya Dirbêsiyê de, rêya Hesekê bi temamî hat sererastkirin û vekirin. Bi vê gavê re, tevgera trafîkê vegeriya rewşa asayî û çûnûhatina gel hêsantir bû. Komîteyê diyar kir ku tîmên wan ji bo kontrolkirina rê û destwerdana di rewşên awarta de, her dem amade ne.






