Komîteya awarte ya Girkê Legê ji roja yekê ya bahozê ve xebatên xwe berdewam dike, komîteyê bersiva bangên şêniyan da û rêyên gundên (Dekşûriya, Cilkê, Sêrimsax, Kanya Nebî û Delavê Kera) vekirin, her wiha gelek wesayîtên ku di berfê de asê mabûn rizgar kirin.






