Siyasetmedarê kurd bijîşk Umer Şêxmûs, li gel berpirsê têkiliyên dîplomatîk bijîşk Ebdulkerîm Umer, serdana Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê kir û ji aliyê Hevserokatiya Encûmenê, şêwirmend, Encûmena bajarê Qamişlo .
Di serdanê de Şêxmûs destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser li hemberî aloziyên li herêmên din ên Sûriyeyê, modeleke bêhempa ya aşitî, îstîqrar û hevjiyana gelan e. Her wiha sersamiya xwe bi rola pêşeng a jinan di saziyên rêveberî û leşkerî de anî ziman û tekez kir ku di vê qonaxa guhertinên mezin de fersendeke dîrokî li pêşiya kurdan heye, ji ber wê divê yekitiya rêza kurdî were xurtkirin da ku destkeftî werin parastin.
Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyan kir ku bi giyanê hevkarî û rêzgirtinê bi hev re bixebitin da ku pêşerojeke baştir ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin.






