Kantona Cizîrê xwedan dewlemendiyeke şûnwarî ya berfireh e, zêdetirî 1150 malperên arkeolojîk tê de hene, ji wan nêzî 1043 hatine qeydkirin û zêdetirî 100 xirbe ne. Dîroka van cihan ji serdemên beriya dîrokê heta destpêka serdemên dîrokî dirêj dibe.
Girîngiya Dîrokî:
1_Ji navendên herî kevin ên şaristaniyê ye li bakurê Sûriyeyê.
2_Gliyê Xabûr û Mezopotamyaya Jorîn bûn qada geşbûna şaristaniyên li pey hev.
Şûnwarên herî berçav:
1_Girê Leylan: Li başûrê rojavayê Tirbespiyê ye, dîroka wê vedigere nîvê hezarsala şeşan a B.Z û navendeke rêveberî ya girîng bû.
2_Girê Mozan (Orkeş): Li bakurê Amûdê ye, di hezarsala sêyemîn a B.Z de paytexta Hûriyan bû.
3_Girê Tertib: Şûnwarekî stratejîk e, lê ji ber bikaranîna leşkerî ya berê zirar ditiye.
Zirar û Astengî:
1-Gelek şûnwar ji ber faktorên xwezayî û kolandinên ne destûrdayî rastî xerabûnê hatine.
2_Kêmasiya kadroyên çavdêriyê, tenê 33 çavdêr li zêdetirî hezar şûnwarî dinêrin.
Xebatên dokumentkirin û nûjenkirinê:
1_Dokumentkirina ziraran û parastina nêzî 7200 perçeyên şûnwarî di depoyên rêveberiyê de.
2_Karê amadekirina Muzeya Hesekê da ku 2000–2500 perçeyên dîrokî nîşan bide.
Nûjenkirin û hişyarkirin:
1_Ji ber avahiya heriyê, nûjenkirina salane ji bo van cihan pêwîst e.
2_Bernameyên hişyariyê ji bo xwendekar û civaka herêmê da ku mîrateya xwe biparêzin.
Rola civakê:
1_Hişyariya civakî bingeha parastina şûnwaran û rêgirtina li binpêkirinan e.
2_Beşdariya gel û saziyên herêmî di parastina nasnameya çandî de girîng e.
Nêrîna pêşerojê:
1_Planên nûjenkirina Girê Leylan, Mozan û Tertib hene.
2_Veguhertina Muzeya Hesekê bo navendeke çandî ku şaristaniyên herêmê nîşan bide.
Bi vî rengî, Kantona Cizîrê wekî yek ji dewlemendtirîn herêmên arkeolojîk dimîne, û ev xebatên hevbeş hêviyek in ji bo parastina bîra dîrokî ya hezar salan.







