Îro çalakiyên Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ku bi piştgiriya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û bi hevkariya Komîna Wêneyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hatibû lidarxistin, piştî sê rojan ji çalakiyên hunerî yên berdewam bi dawî bû.
Di vê pêşangeha salane de 71 hunermendên jin û mêr beşdar bûn. Wan berhemên hunerî yên curbecur pêşkêş kirin ku dewlemendiya ezmûna afirîner nîşan didan û bal dikişandin ser rola hunerê di xurtkirina têkiliyan û avakirina pira di navbera gelan de.
Çalakiyên roja sêyemîn bi xelatkirina hunermendên beşdar bi dawî bû, ku wek nirxandina ked û beşdariyên wan ên hunerî yên berbiçav, bawernameyên spasiyê li wan hatin belavkirin.






